MKGP û DFG'ê êrîşa li dijî xebatkarên Jin TV şermezar kirin

  • 16:21 24 Tebax 2023
  • Rojane
 
AMED - MKGP û DFG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar êrîşa li dijî xebatkarên Jin TV şermezar kirin û bang li dewleta Tirk kirin ku dest ji van êrîşên xwe berde.
 
Platforma Jinên Rojnamevan a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firtê (DFG) bi daxuyaniyke hevpar êrîşa dewleta Tirk a li dijî xebatkarên Jin TV şermezar kirin û gotin, "Bi van êrişan dewleta Tirk peyman û zagonên navneteweyî yên Mafên Mirovan li ber çavên hemû cîhanê binpê dike. Divê sazî û dezgehên mafên mirovan û yên çapemeniya navneteweyî  li dijî van êrişana xwe ker û lal nekin. Bila baş bê zanîn ku bi operasyon, kuştin, zext, zordestî, êriş û îşkenceyê ew ê tu carî serî bi kedkarên çapemeniya azad nikaribin bidin tewandin."
 
Daxuyanî bi berdewamî wiha ye:
 
"Rojnamevanên Kurd û çapameniya azad bi deh salan ji bo ragihandina heqîqetê gelek berdêl dan û hêj jî didin. Mixabin mînakeke din vê carê li Rojavayê Kurdistanê pêk hat û êrişek bi balafirên dewleta tirk li wesayita televizyona Jin TV’yê hat kirin. Di serî de em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. 
 
Wek tê zanîn pîşeya rojnamegeriyê, karê ragihandinê bi giştî bandora xwe li her aliyên jiyanê dike û xwedî girîngiyeke taybet e. Di nava xwe de têkoşîneke mezin dihewîne. Li dijî nenaskirina nasnameya gelekî û li dijî zilm û zordestiya dewletan yek ji rêbaza têkoşînê ye. Loma jî li dijî pîşeya rojnamegeriyê û karê ragihandinê her tim zext, zordestî û êriş pêk hatine. Ev zext û zordestî jî bi taybet li dijî kedkarên çapemeniyê yên jin bi awayekî sîstematîk pêk tên. Gelek caran jî rojnamevanên ku li herêmên şer peywira xwe pêk tînin êriş li wan tên kirin û têne qetilkirin. 
 
Dewleta Tirk mafên mirovan binpê dike
 
Herî dawî roja 23’yê Tebaxê balafireke bêmirov û biçek a dewleta tirk li nêzî xaçerêya gundê Til Şiîrê yê li ser rêya Qamişlo-Amûdê yê Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li erebeyeke rojnamevanan da. Bi êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta tirk a li ser rêya Amûdê Qamişloyê nûçegihaneke jin a bi navê Delîla Egît birîndar bû û karmendê JIN TV'yê yê bi navê Necimedîn Feysel Hec Sînan jî jiyana xwe ji dest da. Beriya niha jî li Serêkaniyê û Dêrikê rojnamevan Seed Ehemed, Mihemed Reşo, Welat, Îsam Ebdullah dema li ser karê xwe bûn bi êrişên balafirên dewleta tirk jiyana xwe ji dest dan. 
 
Bi van êrişan dewleta tirk peyman û zagonên navneteweyî yên Mafê Mirovan li ber çavên hemû cîhanê binpê dike. Loma jî dezgehên mafê mirovan û yên çapemeniyê yên navneteweyî divê li dijî van êrişana xwe ker û lal nekin. Bersiveke bi bandor bidin van êrişana. Û bila ev yek baş bê zanîn, bi operasyon, kuştin, zext, zordestî, êriş û îşkenceyê ew ê tu carî serî bi kedkarên çapemeniya azad nikaribin bidin tewandin. Wê şopdarên heqîqetê dev ji ragihandina rastî û heqîqetê bernedin. 
 
Em êrîşê bi tundî şermezar dikin
 
Em careke din vê êrîşa li ser rojnamevanên jin bi tundî şermezar dikin û bang dikin ku dewleta Tirk dev ji van êrîşên xwe yên dûrî mirovahiyê berde. Her wiha em ji malbata Jin TV’yê û tevahiya rojnamevanên jin re sersaxiyê dixwazin û dibêjin kedkarên çapemeniya azad nemir in."