Tecrîd li Zanîngeha Humboldtê hat şermezarkirin

  • 13:02 19 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên JXK’yî, li Zanîngeha Humboldt a li Berlînê têkildarê tecrîd û gefên li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan danezan xwend û xwendevanan ji bo tevlîbûna meşa bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li bajêr bê lidarxistin, vexwendin.
 
Jinên Xwendevanên Kurdistanê (JXK), ji bo balê bibin ser tecrîd û gefên li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û protestokirina salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê, li Zanîngeha Humboldt a li paytexta Elmanya Berlînê, di çarçoveya pêngava ‘Jin, Jiyan, Azadî, ser bixe azadiyê’ çalakî lidarxistin.
 
JXK’yiyan, bi xwendina danezanê balkişandin ser tecrîd û gefan û diyar kirin ku paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hemû jin û gelan bûye hêvî.
 
JXK’yiyan her wiha banga tevlêbûna meşa bi boneya salvegera Şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmehê de li qada Oranîentplatzê bê lidarxistin, kirin.