Ji Baroya Wanê ji bo Rojînê daxuyanî

  • 21:21 29 Îlon 2024
  • Rojane
 
WAN- Baroya Wanê ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ya 21 ku winda bûye daxuyanî da.
 
Li Wanê di 27’ê îlonê roja înê xwendekara Pêşketina Zarokan a  Zanîngeha Yuzuncuyilê Rojîn Kabaîş ya 21 salî winda bû. Xebatên lêgerînê didomin. Serokê Baroya Wanê parêzer Sînan Ozaraz û parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroyê bi malbat û rayedaran re hevdîtin kir.
 
Piştî hevdîtinê baroyê daxuyaniyek da û got heta Rojîn bê dîtin wê şopdarê pêvajoyê bin.