Li Mêrdînê jinek hat qetilkirin

  • 13:02 12 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN - Li Qoserê jinek di mala xwe de bi çekê qetilkirî hat dîtin.
 
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jinek di mala xwe de bi çekê qetilkirî hat dîtin. Bi bihîstina dengê çekan re polîs û ekîbên tenduristiyê yên ku hatin agahdarkirin hatin cihê bûyerê.
 
Di lêkolîna ku ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve hat kirin de hat tesbîtkirin ku H.A .ya 45 salî jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê H.A. ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.
 
Hat hînbûn Z.A. yê ku H.A. yê pê re zewicî bû wek "gumanbar" tê dîtn.