Li Mêrdînê jinek hat qetilkirin 2023-07-12 13:02:58       MÊRDÎN - Li Qoserê jinek di mala xwe de bi çekê qetilkirî hat dîtin.   Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jinek di mala xwe de bi çekê qetilkirî hat dîtin. Bi bihîstina dengê çekan re polîs û ekîbên tenduristiyê yên ku hatin agahdarkirin hatin cihê bûyerê.   Di lêkolîna ku ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve hat kirin de hat tesbîtkirin ku H.A .ya 45 salî jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê H.A. ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.   Hat hînbûn Z.A. yê ku H.A. yê pê re zewicî bû wek "gumanbar" tê dîtn.