NRLS komxebatekê li ser Peymana Lozanê li dar dixe

  • 09:05 5 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk komxebateke navneteweyî li ser Peymana Lozanê li dar dixe.
 
Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) têkildarî Peymana Lozanê komxebateke navneteweyî li dar dixe. Ji Kurdistanê û welatên cuda yên cîhanê dê 150 siyasetmedar, rewşenbîr û akademîsyen beşdarî komxebatê bibin. Komxebat dê li Hesekê li hola Şeto dê bê lidarxistin.
 
Komxebat dê bi navê "Lozan: Sererastkirina xetan û pirsgirêkên îstiqrar û ewlehiya herêmî" roja pêncşemê ango 6'ê Tîrmehê dest pê bike û dê roja înê bi dawî bibe.
 
Axaftina destpêkê ya komxebatê dê ji aliyê nûnerên NRLS, Rêveberiya Xweser, Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Buroya Hiqûqê ya Asrinê ve were kirin.
 
Dê pêşangeheke wêneyên li ser encamên Peymana Lozanê jî were vekirin.
 
Di roja yekemîn de dê 3 rûniştin û di roja duyemîn de jî 3 rûniştinên din werin lidarxistin.
 
Mijarên rûniştina roja yekemîn ev in:
 
1- Rewşa siyasî ya herêmê ya berî Peymana Lozanê:
 
* Peymana Sykes-Picot û dîroka netewedewletê li Rojhilata Navîn.
 
* Rewşa Kurd û Kurdistanê bi damezirandina netewedewletê re.
 
2- Xwendineke dîrokî li ser peymanên ku di sedsala 20'an de li dijî Kurdan pêk hatine:
 
* Xwendineke dîrokî li ser Peymana Sevrê (1920) û Peymana Qahîreyê (1921).
 
* Dîroka Peymana Lozanê, sedemên wê û pirsgirêkên ku anîne holê.
 
3- Peymana Lozanê û encamên wê yên li ser Gelê Kurd:
 
* Peymana Lozanê û siyasetên dewletên ku Kurdistan dagir kiriye (neteweperestî, koçkirina bi zorê).
 
* Peymana Lozanê û bandora wê ya siyasî, aborî, çandî û civakî li ser gelê Kurd.
 
* Rewşa tevgerên kurdî di nîvê duyem ê sedsala 20'an de.
 
Roja Duyemîn
 
1- Rewşa Kurdan a heyî û astengî:
 
* Rewşa niha ji hêla siyasî, aborî, çandî û civakî ve li her çar parçeyan, tişta ku Kurdan di vê demê de qezenc kiriye.
 
* Rola Kudan a siyasî di çarenûsa dewletên dagirkerên Kurdistanê de, her wiha guherîna demokratîk a li herêmê din.
 
* Astengiyên li pêş Kurdan li her çar parçeyan:
 
* Astengiyên hundirîn ên têkildarî partî û hêzên Kurd.
 
* Astengiyên derveyî û siyaseta dewletên serdest li ser doza kurdî.
 
2- Rêbazên têkoşîna li hemberî şerê qirkirinê yê li dijî Gelê Kurd:
 
* Xwendineke li ser stratejîya Kurdan di sedsala 21'an de:
 
* Xeta siyasî ya ku divê li pey herin.
 
* Ji hêla aborî, civakî û çandî ve, têkiliya di navbera her çar aliyan de dê çawa pêk were?
 
Giringiya lidarxistina kongreyeke kurdistanî:
 
* Girîngiya peymaneke di navbera Kurdan de û rêgezên vê peymanê
 
* Girîngîya yekkirina xîtaba siyasî, dîpomatîk û leşkerî, ezmûna rizgarkirina Kobanê wek nimûneya yekitiya Kurdan û bandora wê ya cîhanî.
 
* Nirxandina mafnasî û zagonî ya Peymana Lozanê.
 
3- Derbaskirina Lozanê û çareya herî baş:
 
* Neteweya demokratîk wek nimûne ji bo çareserkirina doza Kurd û pêkvejiyana aştiyane û demokratîk a bi gelên din re:
 
* Bingehên teorîk, felsefîk û exlaqî yên ku neteweya demokratîk digire nava xwe.
 
* Neteweya demokratîk wek berdîleke ji netewedewletê re.
 
* Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek nimûne ji bo çareseriyê:
 
* Sedemên damezirandina vê rêveberiyê.
 
* Cudahiya di navbera Rêveberiyê Xweser û nimûneyên rêveberiyên din de, destkeftiyên ku Rêvebirîya Xweser di warê pêkvejiyana aştiyana gel, ol û zimanan de, hevserokatî û hwd.
 
* Rêveberiya Xweser wek nimûneya çareseriyê li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn.