NRLS komxebatekê li ser Peymana Lozanê li dar dixe 2023-07-05 09:05:11     NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk komxebateke navneteweyî li ser Peymana Lozanê li dar dixe.   Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) têkildarî Peymana Lozanê komxebateke navneteweyî li dar dixe. Ji Kurdistanê û welatên cuda yên cîhanê dê 150 siyasetmedar, rewşenbîr û akademîsyen beşdarî komxebatê bibin. Komxebat dê li Hesekê li hola Şeto dê bê lidarxistin.   Komxebat dê bi navê "Lozan: Sererastkirina xetan û pirsgirêkên îstiqrar û ewlehiya herêmî" roja pêncşemê ango 6'ê Tîrmehê dest pê bike û dê roja înê bi dawî bibe.   Axaftina destpêkê ya komxebatê dê ji aliyê nûnerên NRLS, Rêveberiya Xweser, Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Buroya Hiqûqê ya Asrinê ve were kirin.   Dê pêşangeheke wêneyên li ser encamên Peymana Lozanê jî were vekirin.   Di roja yekemîn de dê 3 rûniştin û di roja duyemîn de jî 3 rûniştinên din werin lidarxistin.   Mijarên rûniştina roja yekemîn ev in:   1- Rewşa siyasî ya herêmê ya berî Peymana Lozanê:   * Peymana Sykes-Picot û dîroka netewedewletê li Rojhilata Navîn.   * Rewşa Kurd û Kurdistanê bi damezirandina netewedewletê re.   2- Xwendineke dîrokî li ser peymanên ku di sedsala 20'an de li dijî Kurdan pêk hatine:   * Xwendineke dîrokî li ser Peymana Sevrê (1920) û Peymana Qahîreyê (1921).   * Dîroka Peymana Lozanê, sedemên wê û pirsgirêkên ku anîne holê.   3- Peymana Lozanê û encamên wê yên li ser Gelê Kurd:   * Peymana Lozanê û siyasetên dewletên ku Kurdistan dagir kiriye (neteweperestî, koçkirina bi zorê).   * Peymana Lozanê û bandora wê ya siyasî, aborî, çandî û civakî li ser gelê Kurd.   * Rewşa tevgerên kurdî di nîvê duyem ê sedsala 20'an de.   Roja Duyemîn   1- Rewşa Kurdan a heyî û astengî:   * Rewşa niha ji hêla siyasî, aborî, çandî û civakî ve li her çar parçeyan, tişta ku Kurdan di vê demê de qezenc kiriye.   * Rola Kudan a siyasî di çarenûsa dewletên dagirkerên Kurdistanê de, her wiha guherîna demokratîk a li herêmê din.   * Astengiyên li pêş Kurdan li her çar parçeyan:   * Astengiyên hundirîn ên têkildarî partî û hêzên Kurd.   * Astengiyên derveyî û siyaseta dewletên serdest li ser doza kurdî.   2- Rêbazên têkoşîna li hemberî şerê qirkirinê yê li dijî Gelê Kurd:   * Xwendineke li ser stratejîya Kurdan di sedsala 21'an de:   * Xeta siyasî ya ku divê li pey herin.   * Ji hêla aborî, civakî û çandî ve, têkiliya di navbera her çar aliyan de dê çawa pêk were?   Giringiya lidarxistina kongreyeke kurdistanî:   * Girîngiya peymaneke di navbera Kurdan de û rêgezên vê peymanê   * Girîngîya yekkirina xîtaba siyasî, dîpomatîk û leşkerî, ezmûna rizgarkirina Kobanê wek nimûneya yekitiya Kurdan û bandora wê ya cîhanî.   * Nirxandina mafnasî û zagonî ya Peymana Lozanê.   3- Derbaskirina Lozanê û çareya herî baş:   * Neteweya demokratîk wek nimûne ji bo çareserkirina doza Kurd û pêkvejiyana aştiyane û demokratîk a bi gelên din re:   * Bingehên teorîk, felsefîk û exlaqî yên ku neteweya demokratîk digire nava xwe.   * Neteweya demokratîk wek berdîleke ji netewedewletê re.   * Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek nimûne ji bo çareseriyê:   * Sedemên damezirandina vê rêveberiyê.   * Cudahiya di navbera Rêveberiyê Xweser û nimûneyên rêveberiyên din de, destkeftiyên ku Rêvebirîya Xweser di warê pêkvejiyana aştiyana gel, ol û zimanan de, hevserokatî û hwd.   * Rêveberiya Xweser wek nimûneya çareseriyê li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn.