Li Swîsreyê Kampa Jinên Ciwan a Jineolojiyê dest pê dike

  • 15:28 3 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampa Jinên Ciwan a Jineolojiyê wê di 9-15’ê tîrmehê de li Swîsreyê were lidarxistin.
 
Jinên ciwan ên li Ewropayê dijîn, Li Kampa Jinên Ciwan a Jineolojiyê ya li Swîsreyê wê di 9-15’ê tîrmehê de bên ba hev. Jinên ciwan wê ji gelek bajarên Ewropayê werin kampê û tevlî gelek merasîm û aktîvîteyan bibin.
 
Wê li ser Dîroka Kurdistanê, Jin û Xwezayê û Nasnameya Jinên Ciwan perwerde bên dayîn. Di heman demê de atolyeya hunerê, nîqaş û geştên xwezayê û gelek aktîvîteyên din jî di bernameyê de hene.
 
Ji bo beşdarbûna kampê, mirov dikare li ser navnîşanên e-mail û Instagramê xwe bigihîne komîteya amadekar.
 
Navnîşana e-mailê: Jineoloji@proton.me