Li Swîsreyê Kampa Jinên Ciwan a Jineolojiyê dest pê dike 2023-07-03 15:28:17       NAVENDA NÛÇEYAN - Kampa Jinên Ciwan a Jineolojiyê wê di 9-15’ê tîrmehê de li Swîsreyê were lidarxistin.   Jinên ciwan ên li Ewropayê dijîn, Li Kampa Jinên Ciwan a Jineolojiyê ya li Swîsreyê wê di 9-15’ê tîrmehê de bên ba hev. Jinên ciwan wê ji gelek bajarên Ewropayê werin kampê û tevlî gelek merasîm û aktîvîteyan bibin.   Wê li ser Dîroka Kurdistanê, Jin û Xwezayê û Nasnameya Jinên Ciwan perwerde bên dayîn. Di heman demê de atolyeya hunerê, nîqaş û geştên xwezayê û gelek aktîvîteyên din jî di bernameyê de hene.   Ji bo beşdarbûna kampê, mirov dikare li ser navnîşanên e-mail û Instagramê xwe bigihîne komîteya amadekar.   Navnîşana e-mailê: Jineoloji@proton.me