Li Antalyayê bêtehemuliya li dijî zimanê kurdî

  • 09:23 29 Hezîran 2023
  • Rojane
ANTALYA - Li Rêya Girtî ya navçeya Muratpaşayê komeke stran digot bi êrişa polîs û esnafan rû bi rû ma.
 
Li Rêya Girtî ya navçeya Muratpaşayê komeke stranên kurdî digot bi êrişa polîs û esnafan rû bi rû ma. Polîsan dan zanîn gotina stranên kurdî qedexe ye û giliyên kesên stranên kurdî gotine hatiye kirin û kom asteng kir. Ji aliyekî din ve jî welatiyên li wê derê bertek nîşanî vê yekê dan û gotin;"Li Tirkiyeyê her cure muzîk serbest e."
 
Hat ragihandin di bûyerê de kesek birîndar nebûye.