Li Antalyayê bêtehemuliya li dijî zimanê kurdî 2023-06-29 09:23:46   ANTALYA - Li Rêya Girtî ya navçeya Muratpaşayê komeke stran digot bi êrişa polîs û esnafan rû bi rû ma.   Li Rêya Girtî ya navçeya Muratpaşayê komeke stranên kurdî digot bi êrişa polîs û esnafan rû bi rû ma. Polîsan dan zanîn gotina stranên kurdî qedexe ye û giliyên kesên stranên kurdî gotine hatiye kirin û kom asteng kir. Ji aliyekî din ve jî welatiyên li wê derê bertek nîşanî vê yekê dan û gotin;"Li Tirkiyeyê her cure muzîk serbest e."   Hat ragihandin di bûyerê de kesek birîndar nebûye.