Li ser çapemeniya civakî xebata dawî li tecrîdê bînin

  • 21:26 27 Hezîran 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Buroya Hiqûqa Asrin, bi armanca balê bikşîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan got ‘#İmralıTecridineSonVerilsin’.
 
Buroya Hiqûqê ya Asrin bi armanca balê bikşîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser çapemeniya civakî xebata etîketê da destpêkirin. 
 
Di parvekirina bi etîketa ‘#İmralıTecridineSonVerilsin’ wiha got: “Li dijî tecrîda li Îmraliyê di 2022’an de me serî li Komîteya Mafê Mirovan a Netewetyen Yekbûyî da. Di encama vê de BM ÎHK’ê biryata tedbîrê di 6’ê Gulana 2022’an de a wek ‘divê hevdîtin demildest pêk bên’ ji hikûmetê re ragîhandiye. Lê hikûmetê ev pêk neaniye û di tecrîdê de israr dike. Divê demildest dawî li tecrîda Îmraliyê bê anîn.