Li ser çapemeniya civakî xebata dawî li tecrîdê bînin 2023-06-27 21:26:47   NAVENDA NÛÇEYAN- Buroya Hiqûqa Asrin, bi armanca balê bikşîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan got ‘#İmralıTecridineSonVerilsin’.   Buroya Hiqûqê ya Asrin bi armanca balê bikşîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser çapemeniya civakî xebata etîketê da destpêkirin.    Di parvekirina bi etîketa ‘#İmralıTecridineSonVerilsin’ wiha got: “Li dijî tecrîda li Îmraliyê di 2022’an de me serî li Komîteya Mafê Mirovan a Netewetyen Yekbûyî da. Di encama vê de BM ÎHK’ê biryata tedbîrê di 6’ê Gulana 2022’an de a wek ‘divê hevdîtin demildest pêk bên’ ji hikûmetê re ragîhandiye. Lê hikûmetê ev pêk neaniye û di tecrîdê de israr dike. Divê demildest dawî li tecrîda Îmraliyê bê anîn.