Kongra Star a Şamê êriş şermezar kir

  • 12:37 23 Hezîran 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star a Şamê êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan û hêzên navneteweyî kir ku dawî li êrişên dewleta tirk bînin.
 
Kongra Star a Şamê têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Şengal, çiyayên Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de Kongra Star êrişên dewleta tirk ên li ser Şengal, çiyayên Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herî dawî hedefgirtina  Yusra Derwêş, Leyman Şiweş û Firat Tûma şermezar kirin.
 
Kongra Star diyar kir ku ew ê parastina xak, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û nasnameya xwe bikin û li hember sazî û rêxistinên li hember êrişên dewleta tirk û hedefgirtina welatiyan bêdeng in, bisekinin. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û hêzên navneteweyî kir ku dawî li êrişên dewleta tirk û balafirên wê yên bêmirov bînin.