Ji STUC'ê ji bo Abdullah Ocalan çalakî

  • 13:37 30 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Yekîtiya Sendîkayên Skoçyayê wê ji bo qonaxa duyemîn a Pêngava "Azadî ji Abdullah Ocalan re" daxuyaniyekê bide. 
 
Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê, Kongreya Yekîtiya Sendîkayên Skoçyayê (STUC) ku 550 hezar endamên xwe hene û 40 sendîka û 20 konseyên sendîka bi ser ve ye, amadekariyê dike ku bi wesîleya salvegera duyemîn a pêngava "Azadî ji Abdullah Ocalan re" daxuyaniyekê bide.
 
Di çarçoveya pêngavê de wê di navbera 1-10'ê Cotmehê de li kolanan, parlamentan, şaredariyan civînên çapemeniyê, çalakiyên çandî, konferans, panel, xwepêşandanên çandî, ekolojîk, çalakiyên siyasî û çalakiyên jinan bêne lidarxistin. Li Elmanya, Fransa, Belçîka, Awûstûrya, Swîsre, Spanya, Îtalya, Îngilistan, Skoçya, Swêd, Yewnanistan, Slovenya, Kolombiya, Qibrisê ji bo kampanyayê amadekarî dewam dikin.
 
Li Brîtanyayê ku kampanya dewam dike, di navbera 1-12'yê Cotmehê de wê çalakiyên berfireh bêne lidarxistin. Kongreya Yekîtiya Sendîkayên Skoçyayê (STUC) wê 2'ê Cotmehê li avahiya sendîkayê civîneke çapemeniyê li dar bixe. STUC wê di daxuyaniya çapameniyê de nameya ji bo Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy bi raya giştî re parve bike ku tê de qala tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd tê kirin.
 
Her wiha wê saziyên ji hemû parçeyên Kurdistanê li hev kom bibin û têkildarî pêngavê helwesteke hevpar nîşan bidin. Li Liverpool, Bbristol, Brighton, Sheffield, Exeter, Edinburghê jî wê bi pêşengiya Meclîsên Gel ên Kurd çalakî bêne lidarxistin. Tevgera Ciwanên Şoreşger jî wê meş û tûreke bîsîkletan lidar bixe.