Kongra Star a Şamê êriş şermezar kir 2023-06-23 12:37:24     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star a Şamê êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan û hêzên navneteweyî kir ku dawî li êrişên dewleta tirk bînin.   Kongra Star a Şamê têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Şengal, çiyayên Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de Kongra Star êrişên dewleta tirk ên li ser Şengal, çiyayên Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herî dawî hedefgirtina  Yusra Derwêş, Leyman Şiweş û Firat Tûma şermezar kirin.   Kongra Star diyar kir ku ew ê parastina xak, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û nasnameya xwe bikin û li hember sazî û rêxistinên li hember êrişên dewleta tirk û hedefgirtina welatiyan bêdeng in, bisekinin. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û hêzên navneteweyî kir ku dawî li êrişên dewleta tirk û balafirên wê yên bêmirov bînin.