Gelek saziyan bertek nîşanî êrişan dan

  • 12:27 22 Hezîran 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Dîplomasiya Civakî û saziyên civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cangoriyên êrişa 20'ê Hezîranê bi bîr anîn, êrişên qirkirinê yên dewleta tirk şermezar kirin û hat diyarkirin “Em ê bi birêxistinbûn û kombûna li dora nirxên şoreşa civakî bersiva êrişan bidin.”
 
10 sazî û tevgerên civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dawîn ên dewleta tirk ên li dijî herêmê daxuyaniyek da.
 
Daxuyanî li pêşiya avahiya Navenda Lêkolîn û Şêwirên Stratejîk a li taxa Meheta ya li Qamişloyê hat xwendin.
 
Mamosteya zimanê kurdî Ehlam Esed, endamê nivîsgeha Hevgirtina Olên Mezopotamyayê Hena Somî daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî xwend.
 
Di destpêka daxuyaniyê de cangoriyên doza azadiyê hatin bibîranîn û ji malbatên wan û gelê herêmê re sersaxî hat xwestin.
 
Şerê qirkirinê yê dewleta tirk ê li dijî gelê herêmê, hat şermezarkirin û îşaret bi êrişên dagirkeriyê yên ji destpêka Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve pêk tên, hedefgirtina têkoşer û welatparêzan, destekdayîna çeteyên DAIŞ’ê, dagirkirina herêmên Sûriyeyê kirin.
 
Di dewama daxuyaniyê de êrişa hewayî ya dewleta tirk a di 20'ê Hezîranê de li dijî hevserok û endamên meclisa kantona Qamişloyê hat bibîrxistin û wiha hat gotin: “Ev êrişa hovane ya ku hemû qanûnên navdewletî û rêgezên exlaqî binpê dike, di çarçoveya hemleya qirkirina sîstematîk de pêk hat. Jinên di nava civakê de bibandor bi awayekî taybet hedef digirin û bi rêbazên bêexlaqî şerê taybet didin meşandin. Bi vî awayî dixwazin bawerî û moralê civakê bişikînin û gel ji doza xwe û welatê xwe bidin dûrxistin.”
 
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: “Em wek Platforma Dîplomasiya Civakî û sazî û tevgerên civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, van êrişan şermezar dikin, soza şopandina rêya şehîdan û berdewamkirina ked û xebatên wan didin. Dê hêzên dagirker nikaribin îradeya civaka me binpê bike. Em ê bi xurtkirina birêxistinbûna xwe û kombûna li derdor nirxên xwe yên civakî bersiva erîşan bidin.”
 
Em bang li hemû sazî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku dawî li bêdengiya xwe bînin û li hember êrişan xwedî helwest bin.
 
Bang li gelê xwe jî dikin ku bi rêxistinbûna xwe û girêdana xwe bi nirxên Şoreşa Civakî re, hemû siyasetên qirker bişikînin û li pey doza xwe ya wekhevî, edalet û demokrasiyê bi gavên xurt bimeşin.
 
Sersaxî ji malbatên şehîdan û hemû gelê me re.
 
Şehîd Namirin!”
 
Saziyên beşdarî daxuyaniyê bûne:
 
Platforma Dîplomasiya Civakî
Tevgera Civaka Demokratîk
Zanîngeha Rojava
Hevgirtina Olên Mezopotamyayê
Kongra Îslama Demokratîk
Tevgera Çand û Hunerê
Şaredariya Qamişloyê
Yekitiya Ragihandina Azad
Kombenda Civakî ya Efrînê
Komeleya Keziyên Kesk