Gelek saziyan bertek nîşanî êrişan dan 2023-06-22 12:27:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Dîplomasiya Civakî û saziyên civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cangoriyên êrişa 20'ê Hezîranê bi bîr anîn, êrişên qirkirinê yên dewleta tirk şermezar kirin û hat diyarkirin “Em ê bi birêxistinbûn û kombûna li dora nirxên şoreşa civakî bersiva êrişan bidin.”   10 sazî û tevgerên civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dawîn ên dewleta tirk ên li dijî herêmê daxuyaniyek da.   Daxuyanî li pêşiya avahiya Navenda Lêkolîn û Şêwirên Stratejîk a li taxa Meheta ya li Qamişloyê hat xwendin.   Mamosteya zimanê kurdî Ehlam Esed, endamê nivîsgeha Hevgirtina Olên Mezopotamyayê Hena Somî daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî xwend.   Di destpêka daxuyaniyê de cangoriyên doza azadiyê hatin bibîranîn û ji malbatên wan û gelê herêmê re sersaxî hat xwestin.   Şerê qirkirinê yê dewleta tirk ê li dijî gelê herêmê, hat şermezarkirin û îşaret bi êrişên dagirkeriyê yên ji destpêka Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve pêk tên, hedefgirtina têkoşer û welatparêzan, destekdayîna çeteyên DAIŞ’ê, dagirkirina herêmên Sûriyeyê kirin.   Di dewama daxuyaniyê de êrişa hewayî ya dewleta tirk a di 20'ê Hezîranê de li dijî hevserok û endamên meclisa kantona Qamişloyê hat bibîrxistin û wiha hat gotin: “Ev êrişa hovane ya ku hemû qanûnên navdewletî û rêgezên exlaqî binpê dike, di çarçoveya hemleya qirkirina sîstematîk de pêk hat. Jinên di nava civakê de bibandor bi awayekî taybet hedef digirin û bi rêbazên bêexlaqî şerê taybet didin meşandin. Bi vî awayî dixwazin bawerî û moralê civakê bişikînin û gel ji doza xwe û welatê xwe bidin dûrxistin.”   Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: “Em wek Platforma Dîplomasiya Civakî û sazî û tevgerên civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, van êrişan şermezar dikin, soza şopandina rêya şehîdan û berdewamkirina ked û xebatên wan didin. Dê hêzên dagirker nikaribin îradeya civaka me binpê bike. Em ê bi xurtkirina birêxistinbûna xwe û kombûna li derdor nirxên xwe yên civakî bersiva erîşan bidin.”   Em bang li hemû sazî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku dawî li bêdengiya xwe bînin û li hember êrişan xwedî helwest bin.   Bang li gelê xwe jî dikin ku bi rêxistinbûna xwe û girêdana xwe bi nirxên Şoreşa Civakî re, hemû siyasetên qirker bişikînin û li pey doza xwe ya wekhevî, edalet û demokrasiyê bi gavên xurt bimeşin.   Sersaxî ji malbatên şehîdan û hemû gelê me re.   Şehîd Namirin!”   Saziyên beşdarî daxuyaniyê bûne:   Platforma Dîplomasiya Civakî Tevgera Civaka Demokratîk Zanîngeha Rojava Hevgirtina Olên Mezopotamyayê Kongra Îslama Demokratîk Tevgera Çand û Hunerê Şaredariya Qamişloyê Yekitiya Ragihandina Azad Kombenda Civakî ya Efrînê Komeleya Keziyên Kesk