Şadiye Manap piştî 30 salan şûnde ji girtîgehê derket
- 19:10 21 Hezîran 2023
- Rojane
STENBOL- Şadiye Manap ku ji doza jê dihat darizandin berat kir, piştî 30 sal girtinê şûnde îro ji girtîgeha Hejmar Yek a Kandirayê tahliye bû.
Şadiye Manap ku 30 sal bû girtî bû sala borî di 1’ê Kanûna 2022’an de ji girtîgeha Jinan a Gebzeyê tahliye bibû û di 5’ê Kanûnê de dîsa hatibû binçavkirin û bi îdiaya ‘avakirina rêxistinê’ doz lê hat vekirin û hat girtin. Şadiye ji dozê berat kir û ji girtîgeha Hejmar Yek a Kandirayê derket.
Bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
Rêveberên partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Kocaeliyê, Federaysona Komeleyên Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED) û gelek jinî Şadiye pêşwazî kirin.
Şadiye bi tilîlî û kulîlkan hat pêşwazîkirin.