Şadiye Manap piştî 30 salan şûnde ji girtîgehê derket 2023-06-21 19:10:15   STENBOL- Şadiye Manap ku ji doza jê dihat darizandin berat kir, piştî 30 sal girtinê şûnde îro ji girtîgeha Hejmar Yek a Kandirayê tahliye bû.   Şadiye Manap ku 30 sal bû girtî bû sala borî di 1’ê Kanûna 2022’an de ji girtîgeha Jinan a Gebzeyê tahliye bibû û di 5’ê Kanûnê de dîsa hatibû binçavkirin û bi îdiaya ‘avakirina rêxistinê’ doz lê hat vekirin û hat girtin. Şadiye ji dozê berat kir û ji girtîgeha Hejmar Yek a Kandirayê derket.   Bi tilîliyan hat pêşwazîkirin   Rêveberên partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Kocaeliyê, Federaysona Komeleyên Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED) û gelek jinî Şadiye pêşwazî kirin.   Şadiye bi tilîlî û kulîlkan hat pêşwazîkirin.