Beate Ergun bi dirûşma jin jiyan azadî hat veşartin

  • 16:33 21 Hezîran 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê dosta Kurdan Beate Ergunê ku ji ber ûrê di mêjî de 17’ê Hezîranê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Huls a li Aachenê bi merasîmekê hat veşartin.
 
Cenazeyê dosta Kurdan Beate Ergunê ku ji ber ûrê di mêjî de 17’ê Hezîranê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Huls a li Aachenê bi merasîmekê hat veşartin. Malbata Beate, xizm û dostên malbatê û bi sedan Kurdistanî tev li meresimê bûn.
 
Darbesta cenazeyê Beate bi alên kesk û sor û zer û kulîlkan hat xemilandin. Piştî rêzgirtinê, malbat û hevalên Beateyê ku axivîn, behsa jiyana wê kirin, eleqeya wê ya ji bo têkoşînê û xebat û bibîranînên wê kirin.
 
Cenazeyê Beateyê, bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” hat veşartin.