Beate Ergun bi dirûşma jin jiyan azadî hat veşartin 2023-06-21 16:33:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê dosta Kurdan Beate Ergunê ku ji ber ûrê di mêjî de 17’ê Hezîranê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Huls a li Aachenê bi merasîmekê hat veşartin.   Cenazeyê dosta Kurdan Beate Ergunê ku ji ber ûrê di mêjî de 17’ê Hezîranê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Huls a li Aachenê bi merasîmekê hat veşartin. Malbata Beate, xizm û dostên malbatê û bi sedan Kurdistanî tev li meresimê bûn.   Darbesta cenazeyê Beate bi alên kesk û sor û zer û kulîlkan hat xemilandin. Piştî rêzgirtinê, malbat û hevalên Beateyê ku axivîn, behsa jiyana wê kirin, eleqeya wê ya ji bo têkoşînê û xebat û bibîranînên wê kirin.   Cenazeyê Beateyê, bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” hat veşartin.