Li Hewlêrê jinek ji aliyê mêrê pêre zewicî hat qetilkirin

  • 12:49 20 Hezîran 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Hewlêrê jinek ji aliyê mêrê ku pêre zewicî re bi guleyê hate qetilkirin û xwişka wê jî birîndar kir.
 
Li herêma Kurdistanê ji ber serwernebûna zagonê, ji ber nedana cezayên giran ji bo kiryaran û bêdengiya rêxistinan her roja ku diçe rêjeya qetilkirin û tundîtûjiya beramberî jinê zêde dibe. Şeva borî li taxa Gulan a bajarê Hewlêrê jinek ji aliyê mêrê ku pêre zewicî bi guleyê hate qetilkirin û her wiha xwişka wê jinê jî birîndar bû.
 
Piştî bûyerê cenazeyê jinê rakirin nexweşxaneya dadê û birîndar jî rakirin nexweşxaneyê, der barê bûyerê de lêkolîn hate destpêkirin.