Xwendekar Sumeyye Azîz a winda bûbû hate dîtin

  • 15:38 30 Îlon 2024
  • Rojane
 
WAN - Xwendekara dibistana amadehî ya 15 salî Sumeyye Azîz ku 11 roj berê li Wanê winda bûbû, hate dîtin. 
 
Xwendekara dibistana amadehî ya 15 salî Sumeyye Azîz ku li Taxa Bahçivan a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dijiya, 11 roj berê winda bûbû. Agahî ji malbata wê re hat ku hatiye dîtin. Polîsan piştî dîtina Sumeyye, endamên malbatê gazî midûriyeta polîsan kir. 
 
Hat zanîn ku rewşa Sumeyye baş e.