Li Hewlêrê jinek ji aliyê mêrê pêre zewicî hat qetilkirin 2023-06-20 12:49:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Hewlêrê jinek ji aliyê mêrê ku pêre zewicî re bi guleyê hate qetilkirin û xwişka wê jî birîndar kir.   Li herêma Kurdistanê ji ber serwernebûna zagonê, ji ber nedana cezayên giran ji bo kiryaran û bêdengiya rêxistinan her roja ku diçe rêjeya qetilkirin û tundîtûjiya beramberî jinê zêde dibe. Şeva borî li taxa Gulan a bajarê Hewlêrê jinek ji aliyê mêrê ku pêre zewicî bi guleyê hate qetilkirin û her wiha xwişka wê jinê jî birîndar bû.   Piştî bûyerê cenazeyê jinê rakirin nexweşxaneya dadê û birîndar jî rakirin nexweşxaneyê, der barê bûyerê de lêkolîn hate destpêkirin.