Li Şirnexê binçavkirin

  • 08:41 12 Hezîran 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li navçeya Elkê polîsan bi ser gelek malan de girtin û 5 kes binçav kirin.
 
Li taxa Alî Çavûş a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê tîmên taybet bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de Hevseroka HDP’ê ya Navçeyê Zarîfe Borak û rêveberê HDP’ê yê navçeyê Emrah Yacan di nav de welatiyên bi navê Lokman Abî, Devrîm Abî û Mehmet Cin hatine binçavkirin. 
 
Kesên ku hatine binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê. Sedemê binçavkirinan nehate zanîn.