Li Şirnexê binçavkirin 2023-06-12 08:41:22     ŞIRNEX - Li navçeya Elkê polîsan bi ser gelek malan de girtin û 5 kes binçav kirin.   Li taxa Alî Çavûş a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê tîmên taybet bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de Hevseroka HDP’ê ya Navçeyê Zarîfe Borak û rêveberê HDP’ê yê navçeyê Emrah Yacan di nav de welatiyên bi navê Lokman Abî, Devrîm Abî û Mehmet Cin hatine binçavkirin.    Kesên ku hatine binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê. Sedemê binçavkirinan nehate zanîn.