Li Stenbolê ji bo Erdem Aşkan çalaki

  • 18:22 9 Hezîran 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê ji bo zarokê bi navê Erdem Aşkan ku li Geverê çawîşê pispor bi wesayîta xwe lê xist û jiyana xwe ji dest da, çalaki pêk anîn.
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, ji bo zarokê 5 salî Erdem Aşkan ku li Gever a Colemêrgê çawîşê pispor bi wesayîta xwe lê xist  û jiyana xwe ji dest da li Qada Esenyurtê çalaki pêk anî.
 
Ciwanan ji avahiyeke li qadê kaxizên ku têde nivîsên ‘Wê hesabê zarokên hatine qetilkirin bê pirsîn! Erdem Aşkan’ avêtin û balkişandin ser pêkanînan.