Li Stenbolê ji bo Erdem Aşkan çalaki 2023-06-09 18:22:55     STENBOL - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê ji bo zarokê bi navê Erdem Aşkan ku li Geverê çawîşê pispor bi wesayîta xwe lê xist û jiyana xwe ji dest da, çalaki pêk anîn.   Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, ji bo zarokê 5 salî Erdem Aşkan ku li Gever a Colemêrgê çawîşê pispor bi wesayîta xwe lê xist  û jiyana xwe ji dest da li Qada Esenyurtê çalaki pêk anî.   Ciwanan ji avahiyeke li qadê kaxizên ku têde nivîsên ‘Wê hesabê zarokên hatine qetilkirin bê pirsîn! Erdem Aşkan’ avêtin û balkişandin ser pêkanînan.