Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin

  • 11:09 9 Hezîran 2023
  • Rojane
AGIRÎ - Hevşaredarên Panosê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç hatin binçavkİrin. 
 
Hevşaredarên Navçeya Panosê ya Agiriyê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç û Midûrê Çavkaniya Mirovan Ûgûr Laçîn hat binçavkirin. Muşerref li Panosê û Emrah jî li Stenbolê hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat hînbûn û hevşaredar li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê tên ragirtin. 
 
Derbarê lêpirsînê de biryara nepeniyê
 
Hat diyarkirin ku lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Panosê tê meşandin bi awayekî nepenî tê meşandin û di çarçoveya vê lêpirsînê de derbarê 3 kesên din de jî biryara binçavkirinê heye. Her wiha navê kesên derbarê wan de biryara binçavkirinê hatiye dayin nayê zanîn.