Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin 2023-06-09 11:09:13   AGIRÎ - Hevşaredarên Panosê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç hatin binçavkİrin.    Hevşaredarên Navçeya Panosê ya Agiriyê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç û Midûrê Çavkaniya Mirovan Ûgûr Laçîn hat binçavkirin. Muşerref li Panosê û Emrah jî li Stenbolê hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat hînbûn û hevşaredar li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê tên ragirtin.    Derbarê lêpirsînê de biryara nepeniyê   Hat diyarkirin ku lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Panosê tê meşandin bi awayekî nepenî tê meşandin û di çarçoveya vê lêpirsînê de derbarê 3 kesên din de jî biryara binçavkirinê heye. Her wiha navê kesên derbarê wan de biryara binçavkirinê hatiye dayin nayê zanîn.