Li Cizîrê malbata hatibû binçavkirin hatin berdan
- 18:09 7 Hezîran 2023
- Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê di encama serdegirtina malan de tevahiya endamên malbatekê hatibûn binçav kirin serbest hatin berdan.
Polîsên tîmên taybet duh di danê sibehê li Taxa Sûrê ya navçeya Cizîr a Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de li gel dayik û bav, her wiha 5 jê ji 18 saliyê biçûktir bi giştî 6 zarok jî hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku endamên malbatê duh piştî îfadeyên xwe yên emnîyetê serbest hatin berdan.