Li Cizîrê malbata hatibû binçavkirin hatin berdan 2023-06-07 18:09:58   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê di encama serdegirtina malan de tevahiya endamên malbatekê hatibûn binçav kirin serbest hatin berdan.   Polîsên tîmên taybet duh di danê sibehê  li Taxa Sûrê ya navçeya Cizîr a Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de li gel dayik û bav, her wiha 5 jê ji 18 saliyê biçûktir bi giştî 6 zarok jî hatin binçavkirin.   Hat zanîn ku endamên malbatê duh piştî îfadeyên xwe yên emnîyetê serbest hatin berdan.