Li Bedlîsê operasyona binçavkirinê
- 21:33 6 Hezîran 2023
- Rojane
BEDLÎS – Îro danê sibehê li Bedlîs û navçeyên wê di serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin.
Îro danê sibehê li navenda BEdlîsê û navçeyên wê Tetwan, Norşîn û Xîzanê di serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin fermandariya cendirmeyan a bajêr û ji ber ku biryara veşarî li ser dosyeyê heye, hinceta binçavkirinê nehat hînkirin.
Ji kesên hatin binçavkirin hin jê ev in; Belgîn Kokrmaz, Ahmet Akdenîz û Vezîr Karahan.