Li Bedlîsê operasyona binçavkirinê 2023-06-06 21:33:17   BEDLÎS – Îro danê sibehê li Bedlîs û navçeyên wê di serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin.    Îro danê sibehê li navenda BEdlîsê û navçeyên wê Tetwan, Norşîn û Xîzanê di serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin fermandariya cendirmeyan a bajêr û ji ber ku biryara veşarî li ser dosyeyê heye, hinceta binçavkirinê nehat hînkirin.   Ji kesên hatin binçavkirin hin jê ev in; Belgîn Kokrmaz, Ahmet Akdenîz û Vezîr Karahan.