Komeleya Dema Jinê serdana MKGP'ê kir
- 18:52 6 Hezîran 2023
- Rojane
AMED - Komeleya Dema Jinê, serdana MKGP'ê kir.
Komeleya Dema Jinê, bi munasebeta erdhêja 6'ê Sibatê ku navenda wê Mereşê bû pêk hat û 11 bajaran kir û rojnamegerên ku li heremên erdhêjê zehmetiyên kişandina, çû serdana Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê. Endamên platform û komeleyê di serdana ji bo Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) pêk hat, de cih girtin.
Di serdanê de Berdevka MKGP'ê Roza Metîna axivî û anî ziman ku di pêvajoya ku êrîşên li dijî rojnamegeran dihat kirin de erdhêj pêk hatiye û behsa rojnamegerên ku li heremên erdhêjê zehmetiyên kişandine kir. Roza, destnîşan kir ku rojnamegerên ku li heremên erdhêjê karê xwe dimeşandin bi astengiyên polîsan re rû bi rû mane û daxuyand ku gelek rojnameger li qadan de hatin binçavkirin.
Piştre serdana rojnamegerên ku li heremên erdhêjê di bin şert û mercên zehmet de xebatên xwe meşandine, kirin.
Endamên komeleyê jî diyar kirin ku rojnamegerên agahiyên dane ew ê bikin rapor û parve bikin.