Komeleya Dema Jinê serdana MKGP'ê kir 2023-06-06 18:52:24   AMED - Komeleya Dema Jinê, serdana MKGP'ê kir.   Komeleya Dema Jinê, bi munasebeta erdhêja 6'ê Sibatê ku navenda wê Mereşê bû pêk hat û 11 bajaran kir û rojnamegerên ku li heremên erdhêjê zehmetiyên kişandina, çû serdana Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê.  Endamên platform û komeleyê di serdana ji bo Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) pêk hat, de cih girtin.   Di serdanê de Berdevka MKGP'ê Roza Metîna axivî û anî ziman ku di pêvajoya ku êrîşên li dijî rojnamegeran dihat kirin de erdhêj pêk hatiye û behsa rojnamegerên ku li heremên erdhêjê zehmetiyên kişandine kir. Roza, destnîşan kir ku rojnamegerên ku li heremên erdhêjê  karê xwe dimeşandin bi astengiyên polîsan re rû bi rû mane û  daxuyand ku gelek rojnameger li qadan de hatin binçavkirin.    Piştre serdana rojnamegerên ku li heremên erdhêjê di bin şert û mercên zehmet de xebatên xwe meşandine, kirin.    Endamên komeleyê jî diyar kirin ku rojnamegerên agahiyên dane ew ê bikin rapor û parve bikin.