Kovara Jinê bi hejmara xwe ya 14'an derket

  • 13:56 4 Hezîran 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara Kovara Jinê ya nû ya webê ku her roja yekşemê derdikeve, bi sernavê "Em ê kolanan ji mêtingeran re nehêlin" li pêşberî xunerên xwe ye.
 
Hejmara 14'an a kovara hefteyî ya Jinê ya webê bi sernavê "Em kolanan ji jinan re nahêlin" derket. Di hejmara nû ya kovarê de Aylîn Karakaş di nivîsa xwe ya bi sernavê “Ne sedsala nû, şoreşa jinê” de, şoreşa jinê digire dest, Rojda Yildiz jî  bi nivîsa xwe ya bi sernavê "di avê de welidîn" bal kişand ser girîngiya tevgerên jinan di vê mijarê de.
 
Oya Açan di nivîsa xwe ya bi sernavê"Heke hûn bêhêvî man vê girseyê bînin bîra xwe!" balê dikişîne ser şoreşa jinan a li Geziyê,  Yuksel Mutlu jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Zarok" di kovarê de cih digire.  
 
Li aliyê din Münevver Berk, di bin sernavê “Di sedsala nû de koletî hedef e” balê dikişîne ser jiyana nûjen û adetên ku jiyanê teng dikin.
 
Hemû sernavên hejmara nû wiha ne:
 
Ne sedsala nû ye, şoreşa jinê / Aylîn Karakaş
Welidîna di Avê de / Rojda Yildiz
Ger hûn bêhêvî man, vê girseyê bînin bîra xwe! / Oya Acan
Zarok / Yuksel Mutlu
Di sedsala nû de hedef koletî ye / Munevver Berk
 
Gotarên di hejmara nû de hûn dikarin ji vir xwe bigihînin wan.