Kovara Jinê bi hejmara xwe ya 14'an derket 2023-06-04 13:56:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara Kovara Jinê ya nû ya webê ku her roja yekşemê derdikeve, bi sernavê "Em ê kolanan ji mêtingeran re nehêlin" li pêşberî xunerên xwe ye.   Hejmara 14'an a kovara hefteyî ya Jinê ya webê bi sernavê "Em kolanan ji jinan re nahêlin" derket. Di hejmara nû ya kovarê de Aylîn Karakaş di nivîsa xwe ya bi sernavê “Ne sedsala nû, şoreşa jinê” de, şoreşa jinê digire dest, Rojda Yildiz jî  bi nivîsa xwe ya bi sernavê "di avê de welidîn" bal kişand ser girîngiya tevgerên jinan di vê mijarê de.   Oya Açan di nivîsa xwe ya bi sernavê"Heke hûn bêhêvî man vê girseyê bînin bîra xwe!" balê dikişîne ser şoreşa jinan a li Geziyê,  Yuksel Mutlu jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Zarok" di kovarê de cih digire.     Li aliyê din Münevver Berk, di bin sernavê “Di sedsala nû de koletî hedef e” balê dikişîne ser jiyana nûjen û adetên ku jiyanê teng dikin.   Hemû sernavên hejmara nû wiha ne:   Ne sedsala nû ye, şoreşa jinê / Aylîn Karakaş Welidîna di Avê de / Rojda Yildiz Ger hûn bêhêvî man, vê girseyê bînin bîra xwe! / Oya Acan Zarok / Yuksel Mutlu Di sedsala nû de hedef koletî ye / Munevver Berk   Gotarên di hejmara nû de hûn dikarin ji vir xwe bigihînin wan.