Li Efrînê zarokek hat qetilkirin

  • 22:06 28 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ji ber pêşketina Erdogan di hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê de gule barandin. Ji ber gulebarandinê zarokek hat qetilkirin û hin kesên din birîndar bûn.
 
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji ber pêşketina Recep Tayyîp Erdogan a di hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê, gule  barandin. 
 
Di encama gulebarandinê, li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê zarokek hat qetilkirin û hin kesên din jî birîndar bûn.
 
Guleyên bê ser û ber tên teqandin li ser banên malan û konên li bajêr dikevin û di nava gel de tirs çêkiriye.