Li Efrînê zarokek hat qetilkirin 2023-05-28 22:06:54     NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ji ber pêşketina Erdogan di hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê de gule barandin. Ji ber gulebarandinê zarokek hat qetilkirin û hin kesên din birîndar bûn.   Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji ber pêşketina Recep Tayyîp Erdogan a di hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê, gule  barandin.    Di encama gulebarandinê, li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê zarokek hat qetilkirin û hin kesên din jî birîndar bûn.   Guleyên bê ser û ber tên teqandin li ser banên malan û konên li bajêr dikevin û di nava gel de tirs çêkiriye.