Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
- 21:18 28 Gulan 2023
- Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrgê jina bi nave Tulay Yaşar bi guman jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Bulak a girêdayê Colemêrgê di saetên êvarê de jina bi navê Tulay Yaşar biguman jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan Tulay ji katê çaran a mala xwe biguman ji şaneşînê de ketiye. Piştî bûyerê ekîbên polîs û tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Cenaza Tulayê ji bo otopsiye rakirin Nexweşxana Dewlet a Colemêrgê.
Hat hînbûn ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.