Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê 2023-05-28 21:18:19     COLEMÊRG - Li Colemêrgê jina bi nave Tulay Yaşar bi guman jiyana xwe ji dest da.   Li taxa Bulak a girêdayê Colemêrgê di saetên êvarê de jina bi navê Tulay Yaşar biguman jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan Tulay ji katê çaran a mala xwe biguman ji şaneşînê de ketiye. Piştî bûyerê ekîbên polîs û tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Cenaza Tulayê ji bo otopsiye rakirin Nexweşxana Dewlet a Colemêrgê.   Hat hînbûn ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.