Zextên artêşa Iraqê didomin: Hewl dan avê bibirin
- 20:57 28 Gulan 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Iraqê êrîşên li dijî wargeha Mexmurê didomîne û vê carê jî hewl dan ava biçe wargehê bibirin û gel li dijî vê hewldanê ketin berxwedanê.
Êrîşên artîşa Iraqê yên li hember wargeha Mexmurê didomin. Ji 20'ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Gel diroja 9’emîn de li dijî êrîşan berxwe dide.
Artêşa Iraqê vê carê xwest ava diçe kampê bibire. Berxwedana gel a li dijî vê hewldanê didome.