Zextên artêşa Iraqê didomin: Hewl dan avê bibirin 2023-05-28 20:57:54     NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Iraqê êrîşên li dijî wargeha Mexmurê didomîne û vê carê jî  hewl dan ava biçe wargehê bibirin û gel li dijî vê hewldanê ketin berxwedanê.   Êrîşên artîşa Iraqê yên li hember wargeha Mexmurê didomin. Ji 20'ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Gel diroja 9’emîn de li dijî êrîşan berxwe dide.    Artêşa Iraqê vê carê xwest ava diçe kampê bibire. Berxwedana gel a li dijî vê hewldanê didome.