ROJEVA 28'Ê GULANA 2023'YAN

  • 09:00 28 Gulan 2023
  • Rojev
 
* 27 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li dijî israra desthilatdariyê ya tecrîda li Îmraliyê, hiqûqnas, siyasetmedar û gelek sazî di peyama "Çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê azadiya Ocalan e" israr dikin.
 
*Hevseroka OHD’ê ya Îzmîrê Şukran Ozturk da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe û got ji ser girtîgehan peyama ‘hûn li dijî dewletê derkevin, hûn ê nexweş bikevin, hûn ê neyên berdan, em derfeta dermankirinê nadin we û hûn ê li girtîgehan bimrin’ didin civakê. Şukranê got divê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî ji vê re bêjin êdî bes e. DÎMEN HEYE
 
*Dayikên Aştiyê diyar kirin ku divê hemû Kurd û rayagiştî ya Cîhanê berê xwe bidin Wargeha Mexmûrê û bang li rêveberiya Barzanî jî kirin û gotin divê dawî li hevkariya bi Tirkiyeyê re bînin. DÎMEN HEYE