ROJEVA 28'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-28 09:00:00     * 27 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li dijî israra desthilatdariyê ya tecrîda li Îmraliyê, hiqûqnas, siyasetmedar û gelek sazî di peyama "Çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê azadiya Ocalan e" israr dikin.   *Hevseroka OHD’ê ya Îzmîrê Şukran Ozturk da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe û got ji ser girtîgehan peyama ‘hûn li dijî dewletê derkevin, hûn ê nexweş bikevin, hûn ê neyên berdan, em derfeta dermankirinê nadin we û hûn ê li girtîgehan bimrin’ didin civakê. Şukranê got divê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî ji vê re bêjin êdî bes e. DÎMEN HEYE   *Dayikên Aştiyê diyar kirin ku divê hemû Kurd û rayagiştî ya Cîhanê berê xwe bidin Wargeha Mexmûrê û bang li rêveberiya Barzanî jî kirin û gotin divê dawî li hevkariya bi Tirkiyeyê re bînin. DÎMEN HEYE