Li Xaburê bi saetane bendewarî didome

  • 21:51 27 Gulan 2023
  • Rojane
ŞIRNEX-Bendewariya bi hezaran kesên li Deriyê Sînor yê Xaburê  ku dixwazin derbasî Tirkiyeyê bibin, didome.
 
 Bi hezaran kesên ji bo tura duyemîn a hilbijartina serokomariyê ku sibê wê pêk bê, ji herêma Başurê Kurdistanê dixwazin bên Tirkiyeyê û bi saetane li Deriyê Sînor yê Xaburê tên sekinandin. Ji ber di seriye sînor de têketin tune, bi hezaran wesayît ketine dorê û bi saetane bendewariya welatiyandidome û welatiyan bertek nîşanê rewşê dan .