Li Xaburê bi saetane bendewarî didome 2023-05-27 21:51:15   ŞIRNEX-Bendewariya bi hezaran kesên li Deriyê Sînor yê Xaburê  ku dixwazin derbasî Tirkiyeyê bibin, didome.    Bi hezaran kesên ji bo tura duyemîn a hilbijartina serokomariyê ku sibê wê pêk bê, ji herêma Başurê Kurdistanê dixwazin bên Tirkiyeyê û bi saetane li Deriyê Sînor yê Xaburê tên sekinandin. Ji ber di seriye sînor de têketin tune, bi hezaran wesayît ketine dorê û bi saetane bendewariya welatiyandidome û welatiyan bertek nîşanê rewşê dan .