Ji endama meclisa şaredariyê re ceza hat xwestin

  • 14:42 26 Gulan 2023
  • Hiqûq
AMED - Ji endama Meclisa Şaredariya Erxeniyê Ceylan Aslan re, ber ku tevli daxuyaniyan bûye heta 15 salan cezayê hevsê hat xwestin.
 
Derbarê Endama Meclisa Şaredariya Erxeniyê Ceylan Asaln a ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ji peywirê hat giritn, ji ber ku tevli daxuyaniyên ji bo Hevseroka Kongerya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de bû hatin dayîn bûye doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. 
 
Makamê îdayê ku mutalaya xwe pêşkêş kir, îda kir ku Ceylanê bi armanca "propagandaya rêxistinê" tevli çalakiyan bûye û bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" ceza jê re xwest. 
 
Heyeta dadgehê jî li dijî mutalayê daxwaza parastina cara duyem ku dê bê kirin qebûl kir û danişîn taloqî 27'ê Îlonê kir.